NûçeRojhilatanavinSûriye

Çeteyên Ceyşa Islamê firokevanê sûrî kuştin

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, koma têrorîst a Ceyşa Islamê êvara îniyê, 1`ê Tîrmeha 2016`an, ragihand ku piştî peydakiria firokevanê sûrî, Nurs Hesen, ew kuştine.

Li vî halî fermandetiya giştî ya artêşa Sûriyê bi daxuyaniyekê cinayeta têrorîstên Ceyşa Islamê ya kuştina firokevanê sûrî, nîşana têrorîstbûna wan û derewbûna vê idiayê ku ewna navînrê ne da zanîn û ragihand ku ev kiryara li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî ye û wê bêbersiv nemîne.

Fermandetiya giştî ya artêşa Sûriyê bi gotina viya ku hewildana artêşê ji riya komîteyên aştiyê ji bo parastina canê firokevanê sûrî bêencam ma, ragihand ku artêşa Sûriyê wê heta vegerandina aştî û aramî û ewlehiyê bo seranserî welêt şerê xwe li dijî têrorîstan bidomîne.

Firokeyeke şêrr a sûrî roja îniyê, 1`ê Tîrmeha 2016`an, dema pêkanîna pêspartiyeke hîndekariyê ji ber pirsgirêka têknîkî li derdora bajaê Kelamûnê li bakûrê Şama paytexta Sûriyê ket.

Çeteyên koma têrorîst a Ceyşa Islamê Nurs Hesen, firokevanê firokeya şêr a Soxoya artêşa Sûriyê ku ketibû xwarê dema daketina bi paraşûtê dîl girt û dû ra ew kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu