ÎranNûçeRojhilatanavin

Mîrê Kuweytê ser pêwîstiya gotûbêja tev Îranê li civîna rayedarên ereb sekinî

Şêx Sebah El-Ehmed El-Cabir El- SEbah, mîrê Kuweytê roja çarşemiyê li merasima  destpêkê ya 28 mîn civîna  rayedarên  welatên endamê Yekitiya ereban li Behr Ul-Meyêtê ya Urdinê got : Rêzgirtina li hakimiyeta  neteweyî ya  welatan û  tekezkirina  bi cînaretiyê,  dikare rewşê jibo gotûbêjên  kêrhatî yên welatên  erebî û Îranê jibo pêkhatiana armiyê li navçê be.

Mîrê Kuweytê Rejîma Siyonîstî jî weke  berbenda li hember cihhatina aşitiyê li navçê û cihanîna  qanûnên  navneteweyî li vê barê da zanîn  û got : Nabe mecalê bidine kesên ku  di kemîna  ewlehiya cîhana ereb de sekinîne.

Şêx Sebah El-Ehmed El-Cabir El-Sebah daxawaz xurtkirina  yekitiya navbera  welatên erebî bi armanca  çareserkirina  qeyranên  heyî kir û destnîşan kir: Pirsgirêkên  ku cîhana  ereb pêre rûbirû ye dibe sedema  bêtifaqiya  zêdetir a  welatên erebî.

Mîrê Kuweytê her wiha diyar kir ku  civaka cîhanî nikare mesela  Sûriyê çareser bike û got : Hewldanên siyasî li vê barê bêencam mane ku eva bixwe bandoreke  xirab kiriye ser rewşa awareyan.

Şêx Sebah El-Ehmed El-Cabir  El-Sebah, kiryara  konseya ewlehiyê ya NY derheq pejirandina  biryranama  2234`an  ku ji Îsraîlê dixweze çêkirina bajarokan li erdên  dagirbûyî yên  Filistînê rawestîne , erênî da aznîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu