ÎranNûçeRojhilatanavin

Cewad Zerîf: Cezayên Amerîkayê li dijî Îranê teror a aborî ye

Wezîrê karûbarên derve yê Îranê Cewad Zerîf ragehand, ceza û pêkanînên Amerîkayê yên li dijî Îranê bûye sedem ku karesatên lehiyên yên li welat pêkhatine û cîhên ku zerer dîtine nekarin alîkarî bigehin wan.

Zerîf di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, Heyva Sor a Îranê bi zihmetiyên mezin re hember hev hatiye ku alîkariyan bigehîne cîhên zerer dîtine û bi wî awayî jî cezayên Amerîkayê rexne kir.

Cewad Zerîf got: ‘’Serokê Amerîkayê Trump siyasetekî asta bilind de ceza kirinê birêve dibe. Ev yek li gor biryara 2231 a Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî û hukmê Dîwana Dad a Navnetewî binpê kirine. Ew cezayên Amerîkayê bû sedem ku di karesata lehiyan de Heyva Sor a Îranê nikaribe alîkariyan bigehîne cîhên zerer dîtine. Bo nimûne cezayê kirîna helîkopterên alîkariya lezgîn li dijî Îranê ji rewşê re mînak e. Ev yek ne tenê şerê aborî ye, heman demê de terorîzma aborî ye.’’


Başa dön tuşu