AsyaÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Cîgirê Fermandarê Hêzên Pasavanên Şoreşa Îranê: ‘Hêza Erdogan têra hilweşandina hikûmeta Esad nake’

Cîgirê Fermandarê Hêzên Pasavanên Şoreşa Îranê bersiv da daxuyaniya Serokomariyê Tirkiyê Erdogan û got, ‘Hêza Erdogan têra hilweşandina hikûmeta Esad nake’.

Li gor Ajansa Nûçeyan Tasnîmê Cîgirê Fermandarê Hêzên Pasavanên Şoreşa Îranê Resul Senayirad li ser gotinên Erdogan yên ‘Em ji bo dawîanîna deshilatdariya Esedê zalim ê ku terora dewletê dike li Sûriyê ne’ got, ‘Hêza Erdogan têra hilweşandina hikûmeta Esad nake’ û wiha axivî:

‘Heger hêzeke wisa ya Tirkiyê hebûya dê di avakirina herêma tampon de bi ser biketa. Tirkiye ligel Urdinê piştevaniya lojîstik ji grubên tundrew re dike. Alîkariya darayî ya van gruban jî ji aliyê Siûdî Erebîstan, Qeter û Emîratên Erebî ve tê kirin.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu