ÎranNûçeRojhilatanavin

Cîgirê qumandê giştî yê Sipah: Îran roja îro bûye qudreta navçeyî û cîhanî

Cîgirê qumandê giştî yê Sipahê Pasdaran got: Gelê Îranê piştî 4 dehekan ku boykot bûne herwisa li ser piyên xwe rawestane û li hemberî dijminan radiwestin.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Serdar Sertîp Husên Selamî berevaniya ji îslam û inqilaba îslamî ji ber tewekula bi xwedê teala û sekinîna li hemberî dijminên xwedê daye zanîn û destnîşan kir: Gelê Îranê biryar girtiye ber bi pêşketinê pêngavan hilîne.

Cîgirê qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî bal kişande ser viya ku neyariya Amerîka û Ewrûpa tev desthatên xwecî yên navokiye Îranê nîşana dijayetiya wan tev gelê Îranê ye got: Komara îslamî ya Îranê roja îro bi serbilindî û hêz û qawet û bi palpiştiya welayetê Feqîh li hemberî zorbêjan rwestaye û niha bûye qudretekî navçeyî û cîhanî.

Serdar Selamî bal kişande ser viya ku inqilaba îslamî qudreta xwe ji Tewhîd û îmanê digire got: îstekbara cîhanî ku inqilaba îslamî ya Îranê manê û berbendek li hemberî siyasetên xwe yên  zorbêjî û koloniyalîst dizanî şerekî 8 salî dijî gelê Îranê organîze kir bi serokatiya Sedam Husên serokkomarê sernixûnbûyî yê Iraqê lê Şehîdan û hemû gelê Îranê bi afirandina hemaseyan dijmin rastî işkestê anî û ji nav axa xwe derxist.

Başa dön tuşu