IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Îdiaya Amerîkayê li bara pilana agirbesa Helebê

Amerîkayê ji pilana agirbesê li bakûra Sûriyê piştevanî kiriye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Can Kêrbî berdevkê wezareta karên derve ya Amerîka li press konferansekê pê îdiaya vê yekê ku welatê wî ji agirbesa Helebê piştevaniyê dike got: Pêwîste ku pêngavên micid bêne hilanîn ta ku kirîza Sûriyê bê çareser kirin.

Li halê ku Amerîka hîn jî li nav Sûriyê piştevaniya grûpên terorîstî dike Can Kêrbî li bara dirêjbûna agirbesa Helebê got: Nabe ku kesek hêviya gihandina alîkariyan bo xelkê Helebê hebe li halê ku bombbaran li Helebê bêne domandinê, loma pêwîste gotûbêjên dîplomatîk bona çareserkirina kirîza Sûriyê bê domandin.

Amerîka li halekê îdiayên wiha dike ku hinek ji welatên rojavayî û erebî bi rêberiya Amerîka ragihandine ku pêwîste serkutkirina grûpên terorîstî yên nav Helebê bê rawestandin ta ku ewna alîkariyan bigehînin xelkê sivîl.

Eva li halekê ye ku grûpên neyarê dewleta Şamê û grûpên terorîstî yên wekî Cibhetul-Nusreh li navça rojhilata Helebê pîşiya gihêştina alîkariyên mirovdostane ji bo xelkê Helebê girtine û heta nahêlin ku xelkê vî bajarî ji riyên êmin ji nav vî bajarî derkevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu