ÎranNûçeRojhilatanavin

Cihangîrî: Bêsoziya Emerîkayê kiryara li dijî hevkariya navneteweyî ye

Alîkarê ewil ê serokê Komara îslamî ya Îranê got ku mudaxile û bêsoziya emerîkiyan li dijî rêketinama navokî li dijî gotûbêj û hevkariyên navneteweyî ye.

 Îshaq Cihangîrî, alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li civînekê li Têhranê got rêketinama navokî hasilê gotûbêjên berdewam û giran ên Îranê tev 6 hêzxurtên cîhanê ye û li asta navneteweyî jî ji laiyê Konseya Ewlehiyê ya  NY û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û YE ve hatiye pejirandin û bêsoziya Emerîkayê li cihanîna  rêketinama navokî bi tenê dijberiya  tev  gel û dewleta  Îranê nîne.

Îshaq Cihangîrî destnîşan kir Emerîka dijminatiya dirêj û karnameyeke reş li kiryara xwe tev  gelê Îranê heye û biryara çawaniya rawestana li ber kiryara Waşengtonê li dijî rêketinama navokî divê nav Îranê li asta saziyên fermî were dayîn.

Sinaya Emerîkayê pênşemiya buhurî pêşniyarqanûna  meclîsa nunerên Emerîkayê derheq dirêjkirina  deh salî ya qanûna boykota Îranê nasiayr bi ISAyê bi 99 dengên Erê û bêyî tu dengeke Na pejirand û bi vî awayî kongira Emerîkayê dengê xwe da dewama  boykotên îranê heya dawiya sala 2026an. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu