Cihanîna serketî ya operasyona pûçkirina maynan li duwem roja meşqa Wilayet- 95
Operasyona duserî ya pûçkirina maynan bi awayekî dengî û magnetîzî ji aliyê helîkopterên pûçkirina maynan ên yekîna hewaderyaya hêza deryayî ay startejîk artêşa Îranê li duwem roja meşqa Wilayeta 95 serketî cih hat.
Operasyona duserî ya pûçkirina maynan bi riya deng û magnetîzî ji aliyê helîkopterên pûçkirina maynan ku pêştir di pawana û di bin desthilata nizama serdestîxwaz de bû, Niha bi hewldana hêza deryayî ya stratejîk a artêşê ketiye bin kontrola Komara Îslamî ya Îranê.
Her wiha di duwem roja qonaxa dawiyê ya meşqa mezin a deryayî ya Wilayet -95ê, gemiyên bicihbûyî li navça giştî ya meşqê heya xûlgeha (medara) 10 derecê jibo dabînkirina ewlehiya gemiyan û îskortkirina gemiyên ticarî û niftkêş li navçê ketin tevgerê.
Hevgav meşqên têkildarê dabînkirina ewlehiya gemiyên barhilgir bitaybet rawestana li hember diziya li deryayan cih hat.
Li gorî gotina emîr deryavan Hebîbulah Seyarî fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Îranê, armanca lidarxistina vê manovrê, parastina sînorên deryayî, dabînkirina ewlehîyê li deverê, têkoşîna li hemberî dizên deryayî û têrorîsmê û şandina peyama dostî û aştîyê jibo welatên navçê ye.