ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Dewama serkutkirina hovane ya neraziyan li Erebistanê

Erebistanê dil heye kesekî astengdar bi tawana beşdariya li nerazîtiyan serjê bike.

Rojnameya Independent`ê ya çapa Brîtanyayê nivîsî: “Dadgehekê li Erebistana Siûdî hukmê serjêkirina mêrekî astengdar bi egera beşdariya li xwenîşandanê daye; Lê li mehkemekirina wî tu belge û şehediyek têkildarî vê mijarê ji bilî itirafên ku bi zora işkenceyê jê girtine, nehatiye raberkirin“.

Munîr Ademê 23 salî di dema xwenîşandana sala 2012`an da li parêzgeha Şerqiyê ku navçeyeke şîenişîn a Erebistanê ye, bi giranî ketiye ber lêdanê û guhekî wî êdî nabihîze û di sala 2016`an da li mehkemekirineke veşartî li dadgeha cezayî ya taybet a vî welatî, hukmê îdamê lê hat birrîn.

Mueye Fewa, rêvebirê rêxistineke xêrxwaziyê ya hiqûqî li vî warî da got: “Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li sefera xwe ya vê dawiyê bo Erebistanê, bi lawaziya xwe ya hilêxistina mijara baetên binpêkirina Mafên Mirovan li Erebistanê, rayedarên vî welatî ji bo dewama işkence û îdamkirina xwenîşanderan bêşermtir kirine“.

Erebistan yek ji wan welatan e ku berboriya îdamkirinên zêde û rewşa xerab a Mafên Mirovan li wî welatî hertim hatiye dîtin.

Tevî hebûna dilgiraniyên ragihandî ji aliyê navendênn çalak li warê Mafên Mirovan va, Erebistan di sala 2013`an da ji bo heyameke sêsalî bû endamê Konseya Mafên Mirovan a NY.

Bijartina Erebistanê wek endamê wê konseyê vê rastiyê nîşan dide ku rewşa diltezîn a Mafên Mirovan li Erebistanê ji aliyê welatên hêzxurt ên rojavauyî va tê piştgirîkirin û ewna ji bo dewama hakimiyeta Alê Siûd li Erebistanê, naxwazin ku ev pêvajo bê sekinandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu