CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Nerezamendiya Îranê bi Hulendayê

Piştî ku dewleta Hulendayê du dîplomatên Îranê ji Amistirdamê derxistin, wezareta karên derve yê Îranê baylozê Hulendê li Têhranê vexwend ta ku nerezamendiya xwe li vê barê bigehîne dewleta Hulendê.

Sîstema istixbaratî ya Hulendê (AIVD) roja îniya bihurî nûçeya derxistina du karmendên baylozxana Îranê li Amistirdamê belav kir.

Piştî ku dewleta Hulendayê du dîplomatên Îranê ji Amistirdamê derxistin, wezareta karên derve yê Îranê baylozê Hulendê li Têhranê vexwend ta ku nerezamendiya xwe li vê barê bigehîne dewleta Hulendê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr Newsê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Îranê destnîşan kir ku destyarê wezîrê karên derve yê Îranê baylozê Hulendê li Têhranê vexwend ta ku nerezamendiyaxwe li hemberî vê kiryara nedostaneye Hulendê bigehîne dewleta vî welatî.

Qasimî bilî mehkûmkirina vê kiryara Hulendê got: Komara îslamî ya Îranê vê kiryara dewleta Hulendê karekî şaş dizane ku tesîrekî nerênî datîne ser peywendiya du welatan.

Wî ragihand ku Îran dixwaze peywendiya xwe tev welatên cîhanê gor rêz û hurmeta du alî bidomîne û li halê ku Îran bi xwe qurbaniyê terorîzmê ye, carek din ser xebata hemû civata cîhanî dijî terorîzmê disekine.

Qasimî bilî neqanûnî zanîna vê kiryara dewleta Hulendê ku du dîplomatên îranê ji Amistirdamê derxistine ragihand: Îran hêvîdare ku Hulend li dewsa van tawanên bê xîm û binyat, soz û qirarên xwe yên navnetewî bona girtin û mehkemekirina sebebkarên kiryarên terorîstî ku polîsê Întêrpolê li dû wane û niha jî ewna li Hulendê dijîn cih bîne û li bara penahdayîna bi endamên terorîst û cinayetkare Monafiqîn ku bi hezaran kes ji xelkê Îranê kuştine bersivê bide.

Başa dön tuşu