NûçeRojhilatanavinYemen

Nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li Yemenê li ser pêwîstiya çaraseriya siyasî ya qeyrana Yemenê pêgîrî kir

Ismaîl Weled El Şêx El Ehmed, li daxuyaniyekê ragihand, aliyên pevçûnê yên li Yemenê hîn şansê xwe jibo bidestxistina rêçareya siyasî ya li vî welatî hene û çareseriya siyasî ya qeyrana Yemenê pêkan e.

Nûnerê taybet ê NY destnîşan kir, bi dehan kes li pevçûn şidetên Yemenê canê xwe ji dest dane û bi hezaran kesên din jî aware û bêmal bûne.

Şêx El Ehmed ji civaka cîhanî xwest hemî hewla xwe jibo vexendina aliyên pevçûnê yên li Yemenê bo xweragiriyê û sekinandina pevçûnan, alîkariya jibo kêmkirina pirsgirêk û êş û elemêm xelkê û gihîştina bi rêçareya siyasî ya jibo bi dawîanîna kêşeya li vî welatî bi kar bîne.

Ismaîl weled El Şêx destnîşan kir, derengmayîna  pêvajoya gihîştina bi hevhatinnameya aştiya bi edlane, giştalî û hevseng li Yemenê, wê bibe sedema nearamî û giranbûna qeyrana mirovî ya li vî welatî.

Wî bi bîr xist dewama rewşa niha ya li Yemenê dikare rê jibo hebûna komên terorîst ên li vî welatî û navçeyên din ên cîhanê xweş bike.

Çareseriya qeyrana niha ya li Yemenê maye ser vîna hêzxurtên dernavçeyî bona zextanîna ser Erebistana Siûdî. Li halekê ku hêzxurtên dernavçeyî, tu zexteke jibo sekinandina êrişa li Alê Siûd nakin belkî pişta wê jî digirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu