AsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Çîn: Em boykotên yekalî dijî Îranê qebûl naken

Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê Duşemê destnîşan kir ku Piken qet boykotên yekalî dijî Îranê qebûl nake.

Li gor rapora ajansanûçan a Fars News`ê, Hua Chunying Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê herwisa destnîşan kir ku welatê wî hemû xebata xwe bi kar digre ku Rêketina Navokî bê parastin.

Li gorî Lihevkirina navneteweyî ya Navokî ku sala 2015an di navebra Îranê û Koma 5+1`ê pêkhatî ji Amerîka, Çîn, Rûsiye, Fransa, Inglîz û Almanyayê da hat wajokirin, Îranê beşek ji çalakiyên xwe yên navokî sînordar kirin û li aliyê din Amerîkayê soz da ku boykotên navokî li dijî Îranê betal bike.

Piştî biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ya derketina ji Lihevkirina Atomî di roja 8ê Gulana 2018an da û daxwaza welatên ewropî ji bo parastina vê lihevkirinê, Îranê derfeteka sînordar daye ewropiyan ku garantiya pratîkî bidin ku berjewendiyên Îranê ji ber Lihevkirina Atomî dema vegeriyana boykotên Amerîkayê bên dabînkirin.

Ji aliyê dinve Hesen Rûhanî jî piştî derketina Amerîkayê ji Rêketina Navokî ragihand ku eger welatên ewrûpî û aliyên din ên gotûbêja tev Îranê xwestekên Îranê yên gor vê rêketinê dabîn bikin Îran dê di nav vê rêketinê da bimîne.

Derketina yekalî ya Amerîkayê ji Rêketina Navokî rastî nerezamendiya gelek ji welatên cîhanê hatiye.

Başa dön tuşu