ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê di Gulanê de rojê 2 mîlyon û 700 hezar bermîlên niftê firotine

Asta derfirotina nifta xav û berhemên gazê yên Îranê di meha Gulana 2018`an de, gihîşte nêzî 2 mîlyon û 700 hezar bermîlî.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, wezareta nifta Îranê, li raporekê ragihand: derfirotina nifta Îranê di meha Gulanê de, ji ber rêstorekirina palîngehên navxweyî, ji asta navîn joratir e.

Îranê di sala 2017`an de bi awayekî navgîn 2 mîlyon û 1150 hezar bermîl di rojê de nifta xaw firotiye.

Derfirotina nifta xav a Îranê, tevî derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî, kêm nebûye.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, 8`ê Gulanê bi dubarekirina tawanên pûç ên dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Navokî û vegeryana boykotên navokî, di mideha sê heya 60 mehên tê ragihand.

Başa dön tuşu