AsyaCîhanEwropaNûçe

Çîn: Em ne mecbur in li hemberî êrişan Koreya Bakur biparêzin

Peymana hevkarî û alîkarî ya pêşî ku di navbera Çîn û Koreya Bakur de di sala 1961ê de hat îmzekirin û ev Peyman di salên 1981 û 2001ê de dîsa hat nûkirin. Peyman li hemberî dewletên rojavayî weke cepheye hevpar hatibû çêkirin.

Digel ku peyman divê hetanî sala 2021ê di meriyetê de be hinek berpirsên çînî di hevpeyvînêna xwe ya rojnameya China Morning Postê de eksê peymanê axivîn û gotin Çîn ne mecbur e ku Koreya Bakur li hemberî êrişan biparêze.

Li gorî nûçeya rojnameya SoLê, digel ku di peymanê êriş li ser kîjan welatî were kirin divê welatê din jî alîkariyê bide heye, berpirsên leşkerî û dîplomatên çînî dibêjin tu mecburiyeteke me wiha tuneye.

Berprisên çînî di daxuyaniya xwe de ragihandin ku divê herdu welat jî ewlehî û aştiyê biparêzin, lê Koreya Bakur ev ihlal kir.

Leşkerê teqawûtbûyî yê çînî Li Jie di hevpeyvîna xwe de dibêje: “Mirov nikare bêje di serdema şer de Çîn wê piştgiriya leşkerî bide Koreya Bakur û niha ev zahmet e. Ji bo ku Koreya Bakur çekên nûkleerî çêdike. Ev çalaki li dijî peymana navbera herdu welatan e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu