CîhanMafên MirovanNûçe

Cinayeta erkdarên sînorî yên Emerîkayê li dijî koçberan

Erkdarên sînorvaniya Emerîkayê li dijî koçberên ku navên wan tomar nebûye û ji sînorên vî welatî û Mekzîkê derbas dibin gelek cinayet kirine.

  Li gorî rapora Press TV`yê, koma nasiyar bi “ Ne jibo kuştina zêdetir “ li Arîzonaya Emerîkayê, ragihand ajansa  sînorî ya Emerîkayê bi bikaranîna  çolê wek çek, plana  kuştina  û wendabûna bi dehan hezar koçberan cih aniye.

Li rapora vê komê hatiye ku erkdarên emerîkî koçberên ku navên wan tomar nebûye û bêyî belge ne  dişopînin û bi karnaîna  vê  stratejiyê dibin sedema  mirin, birîndarbûn an wendabûna pir kesan.

Li gorî vê raporê kiryara van erkdaran, çola başûrê rojava  Emerîkayê kiriye wek goristaneke berfireh ji wendabûyiyan.

Koma  nasiyar bi “ Ne bi kuştina zêdetir“ kiryara  ajansa  beşa sînorî ya Emerîkayê ku bûye sedema  bêencambûna  hewldanên  mirovheziyê û  duberekiya li bara  kesên bêbelge şermezar kir.

Li rapora hanê hatiye mesela  wendabûna bi hezaran kes ji xelkê li çola dûrketî ya  sînorê Emerîka û Mekzîkê yek ji cinayetên  mezin ên dîrokî li serdema me ye.

Li vê raporê herwiha hatiye ku ji deheka 1990`an heya niha bi dehan hezar kes ji xelkê li halê derbasbûna ji sînorê Mekzîkê bo Emerîkayê wenda bûne ku hezar û 200 kes ji wan yên sala 2015an in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu