NûçeRojhilatanavinSûriye

Cinayetên ku komên têrorîst li Sûriyê pêk anîne cinayeta dijî mirovahiyê

Wezareta karên derve ya Sûriyê roja Yekşemiyê ragihand: Daxûyaniya weşandî ji aliyê Amerîka, Fransa, Englîs û Almanyayê bi boneya salvegera Qeyrana Sûriyê (15ê Adara 2011an) belgeyeka dîrokî ya derew û durûtiyê ye û welatên ku ev daxûyanî dane, berpirsên sereke yên kuştina gelê Sûriyê û welatên navçeyê ne.

Sê welatên ewropî yên endamê herttimî yên Konseya Ewlehiyê hevrê digel Almanyayê ragihandine heta dma ku pêvajoya siyasî ya rasteqîn û pêbawer li Sûriyê serê xwe negire, ewna dê tu alîkariyekêî nedine Sûriyê.

Wezareta karên derve ya Sûriyê destnîşan kir: Sûriye tu wextî van welatan jibo nûve avedankirina Sûriyê venaxwîne; Ji ber ku ewna divê berdêla wêraniyên ku pêk anîne, bidin.

Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand: Cinayet û karesatên hovane ku komên têrorîst li Sûriyê pêk anîne û tiştê ku welatên endamê hevpeymaniya derveyî rewatiya navneteweyî pêk anîne, cinayeta cengê û cinayeta dijî mirovahiyê ye û serşûriyek li eniya dêmokrasiya derew a welatên rojavayî ye.

Başa dön tuşu