ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Emerîka dixweze rewşa rêketinnama navokî aloz bike

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Têhran ji pêvajoya cihanîna rêketinnama navokî ji aliyê welatên din ên têkildar razî nîne û got: Donald Trump, serokkomarê Emerîkayê, dixweze rewşa rêketinnama navokî tevlîhev bike.

 Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê ku sefera Londonê kiriye, li gotûbêja  bi Press TVyê re, bal kişand ser vê yekê ku  Îran tam  pêsipartên xwe yên  têkildarî rêketinnama navokî cih tîne, lê aliyê din berpirsiayriyên xwe tam û tekûz  cih nayne û diyar kir: Kiryarên Emerîkayê bûne sedem, rêketinnama navokî bikeve xeterê.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha diyar kir:  Îranê li hember rakirina  boykotên li dijî xwe, qebûl kir ku  bernama xwe ya navokî siviktir bike lê dijmiantiya  Donald Trump bi  rêketinnama navokî bû sedem ku Îran nekaribe berjewendiyên xwe yên  aborî yên vê hevhatinê cih bîne.

Ebas Iraqçî tekez kir: Divê ewrûpî bala xwe bidin ser dilgiraniya Îranê li bara rêketinnama navokî û meselê hilkolin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu