Cinayetên plankirî yên artêş û polîsên Miyanmarê li dijî misilmanan
Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan li bara cinayetên plankirî yên artêş û polîsên Miyanmarê li dijî misilmanên Rohîngiyayê agahî da.
Li gorî rapora Press TV`yê, Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan roja duşemiyê bi weşandina raporekê ragihand: Hêzên dewleta Miyanmarê li eyaleta Raxînê, destdirêjiyê ser jin û keçên kêmînên misilman ên Rohîngiyayê dikin.
NY her wiha ji dewleta Miyanmarê xwest ku destxwe li hember raporên li bara destdirêjiya ser jin û keçên misilman bertekê nîşan bide.
Li vê raporê hatiye, artêş û polîsên sînorî yên Miyanmarê ji 9`ê Cotmehê ve heya nîveka Kanûna 2016`an herîkêm li 9 gund û navçên Raxînê destdirêjîya cinsî kirine.
Komîsaryaya bilind a mafên mirovan a NY jî li raporekê cinayetên plankirî yên artêşa Miyanmarê li dijî misilmanan piştrast kirin.
Eyaleta Raxînê, li bakurê rojava Miyanmarê cihê jiyana hejmareke zêde ya misilmanên Rohîngiyayê ji sala 2012`an heya niha bûye meydana tund û tûjiya etnîkî ya tundrewên bûdayî li dijî misilmanan.
Li encama tund û tûjiyên hanê bi sedan kes hatine kuştin û bi dehan hezar kesî ji tirsa canê xwe terka malên xwe dane û li kempên qirêjû û netendirust li Bengladiş, Taylend, Maliziyê û Endûnizyayê sitirîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)