ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Mezlûm û mistezafên Îranê: Karekê bikin bila dijmin heta newêrin gefa li gelê Îranê bixwen

Fermandê giranqedr ê gişt hêzan li hevdîtina bi fermande û berpirsên hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, pêgîrî kir: Hûn her çiqas ku dikarin şiyan û amadetiyên xwe zêde bikin ta ku dijminên Îranê heta newêrin ku gefan li vî gelê mezin bixwen.

Hezretê ayetulah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, li vê hevdîtinê ku bi minasibeta 7`ê meha Azerê yan 28`ê Mijdarê û roja Hêza Deryayî hate lidarxistin, palpiştiya li hêza însanî ya ciwan, îmandar û pirrhêvî, sedema çareseriya pirsgirêkan li hemî pişkên welêt ji wan hêzên çekdar da zanîn û li ser pêwîstiya xebata zêdetir û zêdekirina amadetiya gişt hêzan pêgîrî kir.

Hezretê ayetulah Xamineyî, bal kişand ser rêzbendiya bereyeka berfire ya dijmin û reqîban li hember Komara Îslamî ya Îranê û got: Hebûna vê rastiyê li rex pêwîstiya cebirandina paşdamayînan, pêwîstiya xebata zêde û pirrtir a li hemî pişkên nizamê ji wan li hêza deryayî nîşan dide.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, pêşketinên artêşê û bi taybet hêza deryayî yên ji destpêka Înqilaba Îslamî ve heya îro rojê mezin û matmayîkirinê dan zanîn û herwiha got: Nivşa niha ya hêza deryayî pirr bawerî li karaiyên xwe heye û serêxwegirtina diyardeyên wek tevlîbûna papûrşikena Sehendê û niqavên Fatih û Xedîrê bo nav kompapûra deryayî, mîzgîniya îmkana pêşketinên zêdetir dide.

Hezretê ayetulah Xamineyî, Zêdebûna amadetiya hêzên çekdar ên Îranê, sedema pêşîlêgirtin û tirsa dijminan da zanîn û got: Komara îslamî ya Îranê, dil nîne ku bi tu kesî re şerr bike lê divê şiyan û karaiyên xwe ew qas zêde bike ta ku dijmin him bitirse ku êrişî Îranê bike him jî ji ber hevgirtîbûn, iqtidar û hebûna bibandor a hêzên çekdar li qadê, sîbera gefê jî ji ser serê gelê Îranê dûr bibe û wêde here.

Başa dön tuşu