IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî bersiv da îdiayên paşxistina hilbijartinan

Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî ragihand ku dê hilbijartinên herêmî û parlamenê yên Iraqê di dema xwe de werin lidarxistin.

Ebadî li ser îdiayên paşxistina hilbijartinan û avakirina hikûmeta awarte wiha axivî: “Ez bi îdiayên paşxistina hilbijartinan û avakirina hikûmeta rewşa awarte şaş dimînim. Bang li hêzên siyasî dikim piştgirîyê bidin têkoşîna terorê û yekîtîya netewî biparêzin. Tenê gel dikare hinekan ji desthilatê dûr bixe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu