NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê 48 demjimêran hemî cûre operasyonan radiwestîne

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Fermandetîya artêşê û hêzên çekdar a Sûrîyê duh bi daxûyanîyekê ragihand ku ev agirbesa ji siet 12`ê nîvorya roja şemîyê ve di çaçrova hewldanên jibo berfirekirina aştîya netewî destpê bûye û hevgavê wê opêrasyona leşkerî jibo kokbirrkirina têrorîsmê û vegerandina ewlehî û istiqrarê bo seranserî Sûrîyê didome.

Fermandariya giştî ya leşkerî di daxûyaniyê de radigihîne ku dê agirbest 48 demjimêran dirêj bike.

Berî vîya bi hezaran kesên çekdar li dever û bajarokên derdora Şam paytexta Sûrîyê yên wek bajaroka Darîya, taxên Berze, Qabûn, Tişrîna Dimeşqê, Weir a Humsê û deverên curbicur ên parêzgehên  Dera û Quneyterê bi saya sûdwergirtina ji daxûyanîya 15 a efûya serokomarîyê di sala 2016`an de tevlî pêvajoya aştîya netewî bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu