CîhanNûçeRojhilatanavin

Çînê ji bo baca gumrikê hişyarî da Amerîkayê

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê ragihand ku ewê berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêzin.

Hikûmeta Çînê ji ber telîmata Serokê Amerîkayê Donald Trump ya xwest ku li ser Çînê bi hinceta “hemberîdan a neheq” tevlî yên berê jî terîfeya gumrukê ya bi 100 milyar dolarî bê sepandin, bersiv da û diyar kir ku Çîn wê berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêze.

Wezareta Karên Bazirganiyê ya Çînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser telîmata ku Trump dabû Nûnertiya Bazirganiyê ya Amerîkayê û ji wan xwestibû ku bila li ser Çînê baca gumrukê ya nû zêde bikin, bi bîr xist.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin: “Rêveberiya Washingtonê digel li dij derketina Çîn û civaka navneteweyî heke parastina bazirganî û yekalîtiya xwe bidomîne Çîn jî wê heta dawiyê here û ji bo ku li hember bisekine wê dest bi êrîşên nû bike û ji mecbûrî tewdîrên nû bike rewacê. Çi dibe bila be ewê berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêze.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu