CîhanEwropaNûçe

Çînê keştiya xwe ya balafiran şer a xwemalî ya pêşî li bakurê welêt bi merasîmekê berda ser avê

Li gorî zanyariyên berdest, Keştî li Dalîena Lîaonînga eyaleta Çînê li baregeheke hat çêkirin û Televizyona Navendî ya Çînê (CCTV) merasima keştiya şer bi zindî weşand.

Fan Çanlongê Fermandarê Hêzên Deryayî ya Rizgariya Gel a Çînê û Cîgirê Serokê Komîsyona Leşkerî ya Çînê jî tevlî merasîmê bûn. Çêkirina keştiyê di sala 2012an da dest pê kir û 50 hezar ton giran e.

Wezareta Parastinê ya Çînê ragihandibû ku keştiya balafiran wê beriya 2020an bikeve qeyda artêşê. Ji xeynî Çînê di qeydên artêşa 6 dewletan da keştiyên balafiran hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu