EfrîqaEwropaNûçe

Dewama tundî û pevçûnan li Şarlûta Amerîkayê

Li pey gullereşandina mirinbar a hêzên polîs li ser mêrekî reşçerm li bajarê Şarklûtê li parêzgeha Karolînaya Bakûr a Amerîakyê tundî û pevçûn di duyemîn şevên li pey hev li vî bajarî berdewam bûn.

Hêzên polîsê dijî aloziyê êvara çarşemiyê li bajarê Şarlûta Karolêînaya Bakûr li hemberî  bi sedan xwenîşanderî sekinîn û carna jî gaza rondikrêj bi kar anîn.

Rapor nîşan didin ku yek ji birîndarên pevçûna digel hêzên polîs li bajarê Şarlûtê piştî ku rakirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Eva di rewşekê da ye ku gullereşandina hêzên polîs ber bi Kît Lamont û mirina wî pêleke berfireh a nerazîtiyan ji roja sêşemiyê va li bajarê Şarlûtê bi rê xistiye.

Mirina Kît Lamont bû sebeba birêxistina xwenîşandaneke ligel tundî û pevçûnan di êvara sêşemiyê da ku di encamam wê da 16 hêzên pûolîs birîndar bûn.

Polîsê Amerîakyê ragihandiye ku ev mêrrikê reşçerm destpêkê bi çekê xwe ji nav erebeya xwe hat der û dema ku hêzên polîs ferman danê ku çekê xwe li erdê dayne, dîsa li erebeya xwe siwar bû.

Bikaranîna hêzên polîsê Amerîakyê ya tundiyê li dijî welatiyên reşçerm mijara behs û nerazîtiyên seranserî di heyama du salên vê dawiyê li vî welatî bûye.

Trens Kraçêr mêrikekî din ê reşçerm jî roja îniyê li bajarê Tûlisaya parzêgeha Mînêsûtayê hat kuştin û polîs piştra ragihand ku wî çek ranekirbûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu