Civîna 13-an a navnetewî ya grûpa operasiyona Kalkan yan rêçareyên dijî terorîzmê îro duşemê li Têhranê karê xwe destpê kir
Ebdulriza Rehmanî Fezlî wezîrê karên hundir, Serdar Sertîpê Pasdar Husên Eşterî fermandê hêzên întezamî (ewlekariyê) yên Komara îslamî ya Îranê û Jurgen Stock (Yurgen Ştak) sekretirê giştî yê polîsê navnetewî li vê civîna du rojî ya operasiyona Kalkan pişkdarin.
Serdar Mesûd Rizwanî serokê polîsê navnetewî yê hêzên ewlekariyê yê Îranê li destpêka vê civînê got: babetên ku li vê civîna du rojî ya piroja operasiyona Kalkan li ser tê axivtin, wekhev kirina karayiya polîsê navnetewî, nasandinina liv û tevgera terorîstan û jinavbirina terorîstên biyanî, kifşkirina hedef û pilanên polîsê navnetewî û sekinîna li hemberî bingehên abûrî yên terorîstan in.
Rizwanî bal kişande ser xebatên polîsê navnetewî ya Îranê û got: Polîsê navnetewî ya Îranê bi behre girtina ji sîstema perwerdehiya nû û hevkariya tev polîsê navnetewî yê cîhanê (înterpolê) kiryarên baş bona pêşdebirina hedef û armancên polîsê navnetewî hebûye.
Li civîna 13-an a grûpa operasiyona Kalkan 75 kes ji 29 welatên cîhanê pişkdarin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)