AborîCîhanEfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna 14`an a komîteya hevkarîya leşkerî ya Îran û Umanê destpê bû

Çardehemîn civîna komîteya hevpar a hevkarîya leşkerî û berevanîyê ya Umanê û Komara Islamî ya Îranê îro bi mazûvanîya Têhranê destpê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li vê civîna pêncrojî ku bi serokatîya serleşker Qedîr Nizamî alîkarê navnetewî yê erkantîya giştî hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê û serleşker Heme Bin Raşid Belûşî alîkarê opêrasyonê yê serokerkanê hêzên çekdar ên Umanê hat lidarxistin, her du alîyan têkildarî rêyên berfirekirina hevkarîyên dualî di warê berevanîyê de gotûbêj kirin.

Îran û Umanê li çardehemîn civîna komîteya hevpar a leşkerî li gorî cîgeha Kendava Farsê, deryaya Umanê û Oqyanûsa Hindê di warê aborîya deryayî û berfirebûna hatin û çoyîna gemîyên ticarî û niftkêş pêgirî li ser dabînkirina ewlehîya vê deverê kirin.

Di vê çarçovê de biryar hat dayînê ku hêzên deryayî yên Îran û Umanê meşqa hawargiheştin û rizgarkirinê li dar bixin ku ew meşqa dê îsal bi mazûvanîya Komara Islamî ya Îranê li Kendava Farsê bê lidarxistin.

Hemed Bin Raşid Belûşî alîkarê opêrasyonê yê serokerkanê hêzên çekdar ên Umanê digel hejmarek fermandeyên artêşa vî welatî duh ji bo pişkdarîya li çardehemîn civîna komîteya hevpar a hevkarîyên leşkerî û berevanîyê ya Îran û Umanê giheşte Têhranê.

Başa dön tuşu