Civîna awarte ya komîteya Filistînê ya Yekitiya navparlemanî ya welatên Îslamî li Têhranê destpê bû
Civîna awarte ya komîteya Filistînî ya Yekitiya navparlemanî ya welatên Îslamî îro li Têhranê xebata xwe destpê kir.
Li gorî rapora ajansa meclisê, Elî Larîcanî, serokê dewreyê yê Yekitiya navparlemanî ya welatên Îslamî û Mehmûd Erol Qilîç, sekreterê giştî yê Yekitiya nav parlemanî ya welatên Îslamî ji axvînerên vê civînê ne.
Nûnerên parlemanê yên 22 welatên endamê Yekitiya navparlemanî ya welatên Îslamî li vê civîna yek rojî biryar e ser îbtalkirina biryara serokkomarê Emerîkayê li bara Qudsê teqez bikin û li bara pêwîstiya rawestana li ber gotûbêjê bikin.
Nûnerên parlemanê yên 22 welatên endamê Yekitiya navparlemanî ya welatên Îslamî, her wiha li bara rêçareyên rewşa bi krîz a Filistînê ji bo kutakirina cinayetên Rejîma Siyonîstî gotûbêjê bikin.
Endamên komîteya Filistînê ya Yekitiya nav parlemanî ya welatên Îslamî ser pêwîstiya piştgiriya ji hewldana ji bo bidestxistina mafê vegeryana Filistîniyan jî teqez bikin.
Daxûyaniya dawiyê ya vê civînê dê êvara duşemiyê were xwendin.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, 6 kanûna 2017an tevî dijberiyên berfireh ên anvçeyî û cîhanî, Quds wek paytexta Rejîma Siyonîst da nasandin, Wezareta karên derve ya Emerîakyê jî 14 Gulana 2018an weke dema guhsetina balyozxana vî welatî ji Telavîvê bo qudsê raghand.