ÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna OIC ya Stenbolê û hewldanên siûdiyan ji bo çêkirina dijminatî û duberikiyê

Civîna serokên Saziya Hevkariya Îslamî (OIC) rojên pêncşem û înê anku 14 û 15 Nîsanê li Stenbolê de bi rê ve diçe.

Li civîna serokên OIC de serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî jî beşdar bûye û berî despêbûna vê civînê, rûniştina wezîrên karên derve yên welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî bi rê ket.

Zerîf li axivtina xwe ya vê rûniştinê li ser parastina yekitiya navbera welatên Îslamî pêgîrî kir û got: pirsgirêkên di navbera welatên Îslamî divê ji riya gotûbêjên du-alî werin safî kirin, ne ku meselên du alî bikişînin nav civîn û rûniştinên çend alî.

wezîrê karên derve yê Îranê bi hilêxistina vê meselê li hemberî liv û tevgerên nedirust û neberaqil ên Erebistanê yên li dij Îranê bertekek tund nîşan da. Zerîf bal kişand ser meselên li dij Îranê û Hizbullaha Libnanê ku Erebistana Siûdî ew li naveroka reşnivîsa daxuyaniya civîna serokên welatên Îslamî dane nivîsandin û ev kiryara siûdiyan li dij ruhê hevgirtina Îslamî û li çarçova berjiwendiyên Rejîma Siyonîstî daye zanîn.

Zerîf li warê dûhatên kiryarên wiha xirabkarane û neberaqil hişyarî da û li vê çarçovê de bal kişand ser tecrubeya îstifadeya nerewa ya Rejîma Sedam ji Rêxistina Hevkariya Îslamî li dewrana şerê tehmîlî li dij Îranê û eva pirs kir ku çima hin welatên endamên Saziya Hevkariya Îslamî heman siyasetên bê encam û şikestxwarî dubare dikin.

Berdewamiya siyasetên neyînî û duberikîsaz ku Erebistanê li navçê de girtiye ber xwe ser zirar û ziyana gişkan e. Ev di rewşekê ye ku civîna Stenbolê derfetek e da ku Îran û gişt welatên din ên Îslamî bikarin wêne û formeke rohn û zelal ji rewşa cîhana Îslamê û rêçareya rawestana li ber gef û talukeyên rastîn raber bike.

Mesela Filistînê, Sûriye, Yemen, Lîbya, rewşa xirab ya misilmanan li Afrîqayê û gefên Îsraîlê û DAIŞ`ê li navçê de ji wan meselan e ku roja îro divê bi awayekî rastbînane werin berçav girtin û li bara wan divê biryarên dirust bistînin.

Saziya Hevkariya Îslamî li asta serokan divê nîşan bide ku dikare roleke bi tesîr li warê çareseriya pirsgirêkên cîhana bilîze û ev rola vê saziyê divê bi awayekî zelal û rohn li cîvîn de were diyar kirin.

Ev rastiya divê were berçav girtin ku hewldana li dij hevdu gihandina zirar û xisarê li hevdu û lawazkirina hevdu ser xêr û kara dijminên Îslamê bi taybet ser xêr û kara Rejîma Siyonîstî ye. Eva li rewşekê ye ku gişt gîr û girêftên cîhana Îslamê ji hundirê wê çavkanî negirtiye, belkî gelek ji wan ji ber siyasetên mudaxilekerane yên welatên biyan û ji ber wan krîzan in ku li warê siyasî, aborî û bişûndamayîna zanistî li wan tehmîl dibe.

Welatên Îslamî bi neheqî ketine ber êrişên medyayên welatên rojavayê û ew li ber zext û zora Îslamtirsiyê ne ku welatên rojavayê li dij wan bi rê xistine. Eva di rewşekê de ye ku welatên Îslamî bone goriyê tundrewî û terorîzma ku jêdera wê welatên rojavayî ne.

Hemû hêvîdar in ku peyama civîna Stenbolê bo gelên cîhanê, peyama yekitî û yekperçetiya Îslamê li hemberî van pirsgirêk û krîzan bibe. Lê siyaseta Erebistanê li dij vê yekê ye ew ji bo lawazkirina berxwedana li dij Rejîma Siyonîstî dixebite. Ji aliyê din ve jî welatên rojavayê dixebitin ku hertim neyarî û duberkî di navbera welatên Îslamî de hebe û ji bo ku ew bi hev re nebin yek hertim keviran datînin ser riya wan (welatên îslamî). Amerîka û hevgirtiyên wê yên rojavayî li vê çarçovê de dest danîne ser tirsandina welatên cîhan bi teybetî yên Îslamî ji Îranê. Dew û doza wezareta karên derve ya Amerîkayê li bara binpêbûna mafê mirovan li Îranê û berdewamkirina boykotên Yekitiya Ewropayê li dij Îranê bi vê mihaneyê û liv û tevgerên Erebistana Siûdî li dij Îranê li cîvîna Stenbolê gişt li vê çarçovê de ne. Ev hewldan û liv û tevgerana nîşan didin ku girtina pêşiya Yekitiya Îslamî ji bo welatên rojavayê û kirêgirtiyên wan ên paşverû li navçê de meseleke pir girîng. Hedefa wan eva ye ku civîna Stenbolê bikin rûniştineke tijî dijberî û nakokî û neyarî ku li vê çarçovê de Erebistanê roleke xirab û negatîv girtiye ber xwe ji bo xizmeta dijminên umeta Îslamê bike û zirar û ziyanê bigihîne vê umetê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu