FilistînÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevdîtina alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê tev sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê

Alîkarê wezîrê karên dreve yê Îranê li beşa erebî û efrîqayî û sekreterê giştî yê hizbullaha Lubnanê li Beyrûtê hevdîtin kirin û li bara alûgurên vê dawiyê yên Filistîn, Lubnan bityabet rewşa Sûriyê şêwirîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, seyîd Hesen Nesrullah sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê roja yekşemiyê li hevdîtina tev Husêyn Emîrebdullahiyan alîkarê wezîrê karên dreve yê Îranê, rêz ji meqamê şehîdên berxwedanê û rawestana li ber terorîzmê girt û got: Eger fîdakarî û cangorîkirina şehîdên berxwedanê li hember Rejîma Siyonîstî û rawestana li ber terorîzmê nebûya û eger şehîdên parêzvanê heremê nebana, niha tu ewlehiyek li navçeyê tinebû.

Seyîd Hesen Nesrullah tevî rexneya ji reftara kesên ku li çarçova bêtifaqî û valahiyê navbera misilmanan dixebitin li ser pêwîstiya parastina hişyariya cîhana Îslamê li hember liv û tevegrên kirêt ên Rejîma Siyonîstî pêgirî kir.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê wiha pê re çû: Kiryarên terorîstên tekfîrî li Sûriye û Iraqê û hewldana bona berfirehkirina bêewlehiyan bo welatên Îslamî yên navçeyê girêdayî bi siyasetên zordarane yên Rejîam siyonîst û piştgirên wan e.

Hesen Nesrullah pesna siyaseta Îranê li riya rawestana li ber terorîzmê û alîkariya bo çarersekirina siyasî ya qeyranên navçeyê da û got: Aliyên ku li navçeyê bi pêgiriya ser şêwazên eskerî û ewlehiyê û bikaranîna têrorîsmê wek darê destan, armancên xwe dişopînin, sebeba bêewlehtiya li naçeyê û geşatiya terorîzmê ne .

Huseyn Emîrebdulahiyan jî li vê hevdîtinê bi munasibeta şehadeta Mustefa Bedredîn ji rêber û fermandeyên berxwedana Îslamî ya Lubnanê sersaxî da seyd Hesen Nesrullahî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu