CîhanErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

NY ji bo Yemenê hişyarî da; Mezintirîn karesata sedsalê rû dide

Netewên Yekgirtî di derbarê rewşa Yemenê de hişyarî da û hat ragihandin ku Yemen bi ‘mezintirîn xelaya sedsalê,’ re rûbirû ye.

Koordînatora Netewên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Yemenê Lîsa Grande ragihand ku li Yemenê 12-13 milyon kes bi xelayê re rûbûrû ne û hat gotin ku mezintîrn karesata sedsalê rû dide.

Koordînatora Netewên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Yemenê Lîsa Grande di derbarê rewşa Yemenê de ji BBCyê re axivî û got, “Dihat gotin ku ew xelaya berî niha li Etiyopya, Bengal û li hin herêmên Yekitiya Sowyetê rû da, êdî rû nade lêbelê tişta ku niha li Yemenê rû dide xela ye. Niha jiyana 12-13 milyon kesan ji ber birsê di rîskê de ye. Divê mirovahî ji ber vê rewşê şerm bike û bi berpirsyariya xwe rabe.

Wê berpirsa NYê bang li aliyan kir blokaj û ambargoya li ser Yemenê bê rakirin û dawî li wê rewşa metirsîdar bînin.

Başa dön tuşu