IraqNûçeRojhilatanavin

Civîna vê dawiyê ya PDK û YNK bê encam kuta bû

Çavkaniyekî agehdar ragihand ku civîna vê dawiyê ya di navbera du partiyên serekeye Herêma Kurdistana Iraqê bê encam kuta bû.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, ji zarê rojnameya El-Cedîd çapa Lundinê , Bingehekî Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku gotûbêja vê dawiyê di navbera PDK û YNKê ku sêşemiya bihurî bi rê ket bê encam bûye û tu rêketinek di navbera van du partiyên sereke yên vê herêmê nehatine îmzakirin.

Vê bingehê ragihandiye li civîna roja sêşemiya bihurî di navbera PDK û Yeketî, YNK daxwaza vergirtina postên zêde li Herêma Kurdistana Iraqê kiriye ji wan postên ewlehiyê ji bo alîgîrên xwe li Sulymaniyê ku navenda sereke ya YNK ye, lê PDK gelek ji van xwestekên YNK qebûl nekirine.

Vê bingehê ku xwestiye navê wî eşkera nebe bal kişandiye ser hebûna pirsgirêkên zav di navbera PDK û YNK û ragihandiye ku dewama van pirsgirêk û kêşeyan bûye sebeb ku piştî şeş mehan ku ji hilbijartina Herêma Kurdistana Iraqê derbas dibe hîn jî dewleta Herêma Kurdistana Iraqê pêk neyê.

Başa dön tuşu