NûçeRojhilatanavinSûriye

Meclîsa Leşkerî ya Babê îdia kir ku balafirên şer yên tirk herêmê bombebaran kiriye û di encama bombebaranê de gelek sivîl hatine kuştin

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma îdia kir ku artêşa tirk îro ji saetên serê sibehê ve, bi balafirên şer taxên bajarê Babê bombebaran dike, her wiha topên hawan davêje bajêr. Tê gotin ku ji ber êrîşan bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dane û hin malbat di bin avahiyên rûxiyayî de mane.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa tirk îro bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di çarçoveya operasyonên Mertala Firatê de, beşek zêde ji rêya di navbera El Bab û Minbicê de hatiye kontolkirin û duh balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê, li herêmê 10 hedef bombebaran kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu