ErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Clinton qebûl dike ku Qeter û Erebistana Siûdî piştgiriya DAIŞê dikin

Malpera Wikileaksê komeke nû ji e-peyamên namzeta demokrat a Amerîkayê Hillary Clintonê belav kir ku di wan de diyar dibe ku ya dawî qebûl dike, Qeter û Erebistana Siûdî piştgiriya madî û lojîstîk dide enndamên DAIŞê.

Di nav vê koma dawî ya e-Peyaman de, e-peymanê di navbera Hillary Clinton û Birêveberê Helmeta wê ya Hilbijartinê John Podesta de diyar dikin ku haya Hillary Clintonê jê hebû ku Qeter û Erebistana Siûdî alîkariya lojîstîk û darayî didin DAIŞê.

Clinton di wan e-peyaman de wiha dibêje: “Di vê dema ku operasyonên leşkerî berdewam dikin, divê em dîplomasiyê bi kar bînin. Herwiha pêdivî bi amûrên klasîk ên istixbarat biyanî bi kar bînin ta ku fişarê li hikûmeta Qeter û Erebistana Siûdî bikin ji ber herdû dewlet piştgiiryê didin DAIŞ û komên tundrew ênb xerab.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu