ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê demkî yê Têhranê: Serhildana 9`ê Çileya sala 1978 nîşana wehdeta gelê Îranê bû

Pêşnimêjê demkî yê nimêja îniya Têhranê: Serhildana 9 Çileya sala 1978 a xelkê Qomê qunaxa dudyan a inqilaba îslamî ya Îranê û nîşana yekitî û hevgirtina gelê Îranê bû.

Ayetulah Ehmed Xatemî li xutbên nimêja înîyê ya vê heftîyê li Têhranê bal kişande ser deheka agehdariyê ji 9 hetanî 19 dêymehê ( Hemaseya 9 dêymeha sala 1388 û 19 dêyî meha sala 1356 a serhildana xelkê Qomê li dewrana peywendiya bi salên serketina inqilaba islamî ya Îranê û destnîşan kir; Her du hemase jî nîşana kûrbînî (besîret), yekîtiya neteweyî û berevaniya ji Înqilaba Îslamî û gelanî ya Îranê bûn.

Gel, mamoste û telebeyên navenda zanistî dînî ya Qumê di 9`ê Çileya sala 1978`an da bi nîşanma nerazîtiya li hemberî bêhurmetiya rêjîma Pehlewî li kesayetiya îmam Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) xwenîşandan bi rê xistin ku kirêgirtiyên rêjîma Pehlweî hejmareke zêde ya neraziyan kuştin û birîndar kiirn.

Pêşûnimêjê demkî yê nimêja îniyê ya Têhranê bi bîr xist: Serhildana mezin a 19`ê meha Dêya sala 1356`an a Koça Tavî (9`ê Çileya sala 1978`an) hema wisa bi mezintî riya xwe didomîne û peyamja Înqilabê digihîne guhê gelên cîhanê.

Ayetullah seyd Ehmedê Xatemî hemaseya 9`ê Dêya 1388`an a koça Tavî (30`ê Kanûna 2009`an) jî tekmîlkera serhildana 19`ê Dêyê da zanîn û got: Serhildana 19`ê Dêyê ya gelê Qumê çirûska piştgiriya ji welayetê lêxist û ev kûrbînî li hemaseya 30`ê Kanûna 2009`an hat kamilkirin.

Heft sala berî viya gelê Îranê bi beşdariy7a lio meşa girseyiya xwe ya miliyonî li 30`ê Kanûna 2009`an tevî ragihandina bêzariya ji binpêkrerên nirx û qanûnê li civakê bersiveke tund û qahîm dane kesên komploger ku bi mehneya sextekariya li hilbijartina dehemîn dewra serokomartiya Îranê, riya ne durust girtine ber xwe.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê her wiha bal kişande ser guhertinên navçeyê ji wan Sûriye, Yemen, Iraq û Behrêynê û got: Wisa ku soza Xwedê li serketina bereya Berxwedaqnê li Heleba Sûriyê serê xwe girt, wê zûtirkê artêş û hêêzn gelanî yên Iraqê jî li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê li Mûsilê serketina dawiyê bi dest bixin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu