ÎranNûçeRojhilatanavin

Birîndarbûna 7 ziyaretkerên îranî di encama teqînekê li Besrê de

Birêvebirê giştî yê karûbarên sînorî yên wezareta karên hundur ê Îranê ragihand: 7 ziyaretkerên îranî di encama teqîna trombîla bomkirî ya li parêzgeha Besre ya Iraqê de birîndar bûn.

Mecîd Aqababayî, birêvebirê giştî yê karûbarên sînorî yên wezareta karên hundur a Îranê, li gotûbêja bi Îranê re got: Trombîleka iraqî hilgirê ziyaretkarên îranî ji parêzgeha Xûzistanê li başûrê Îranê bû, êvara îniyê, li navendeka lêgerînê nêzîkî Besrê ligel çend trombîlên din hatibû rawestandin ku ji aliyê trombîlekê ve hate teqandin.

Aqababayî herwiha got: Ji heft birîndarên vê êrişê şeş kes ji nexweşxane derketine û kesek hîn li nexweşxanê ye.

Her di vî warî de çavkaniyên polîsê Iraqê ragihandin: Du serbaz û hejmarek kesên sivîl ku li otobûsê bûn di encama vê teqînê de canê xwe ji dest dan.

Terorîstên DAIŞ`ê piştî şikestên bidûhev ên  li hember hêzên iraqî, berê xwe dane kuştina xelkê sivîl ê li bajarên curbicur ên Iraqê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu