NûçeIraqRojhilatanavin

Dadgeha Federal a Iraqê hegera lidarnexistina civîna îro ragihand

Dadgeha Federal a Iraqê civîna îro ya têkildarî dirêjkirina dewra parlimana Herêma Kurdistanê bi sê hegeran ji wan amadenebûna parêzeran û koma Herêma Kurdistanê ya taybet bi hiqûqê paşda xist.

Rawêjkarê Parlimana Herêma Kurdistanê yê beşa hiqûqê ragihand ku 2 rojan berî civînê tê kivşkirin ka civîn dê were lidarxistin an na. Hat ragihandin ku koma hiqûqê ya Herêma Kurdistanê ji ber amadenebûna Cîgirên Serokê Parlimanê, rewşa nebaş a hewa û tevavnebûna hûrgilîyên şopandinê nekarîye di civîna Dadgeha Federal a Iraqê da pişkdar bibe.

 Dadgeha Federal a Iraqê roja 7ê Sibatê wek roja civîna dadgehê destnîşan kir.

Seroka Fraksyona “Nivşa Nû” li Parlimana Iraqê “Sirwe Ebdulwahid”, Serokê berê yê Parlimana Herêma Kurdistanê “Yûsif Mihemed”, Serokê Fraksyona Nivşa Nû li Parlimana Herêma Kurdistanê “Kawe Ebdulqadir” û Serokê Tevgera Nivşa Nû “Şasiwar Ebdulwahid” her yekê dozek têkildarî neqanûnîbûna dirêjkirina dewra Parlimana Herêma Kurdistanê raberî Dadgeha Federal a Iraqê kirîye.

Başa dön tuşu