LubnanNûçeRojhilatanavin

Dadgeha Libnanê: Destwerdana Hizbullaha Libnanê di têrora Herîrî hat redkirin

Dadgeha Sizayî ya Navneteweyî (Lahe) destwerdana Hizbullaha Libnanê di têrorkirina serokwezîrê berê yê vî welatî redkirî da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Dadgeha Sizayî ya Navneteweyî (Lahe) îro Sêşemiyê bi ragihandina vê yekê ku têrora Refîq Herîrî operasiyoneke têrorîstî bûye ku jibo armancên siyasî pêk hatiye, ragihand: Tu hegerek tune ku nîşan bide destê rêberên Hizbullah û Sûriyê di têrora Herîrî serokwezîrê berê yê Libnanê hebûye.

Dadgerê dadgehê her wiha destnîşan kir ku tu belgeyek ku nîşan bide destê Sêkrêtirê giştî yê Hizbullahê di vê têrorê da hebûye, tune û têkiliya Seyid Hesen Nesrullah û Refîq Herîrî baş bûye.

Di bombedanîna 14ê Sibata sala 2005an li beyrûtê, Refîq Herîrî serokwezîrê berê yê Libnanê hevrê digel 21 kesên din can dan û piştî wê 4 kes bi tawana pêkanîna vê operasiyonê hatin girtin.

Ji ber vê bûyerê, NY lêkolînek derbarê kuştina wî bi navê “Dadgeha Taybet jibo Libnanê” destpê kir.

Başa dön tuşu