CîhanFilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Dagirker Netanyahu: Em biryarnama NY cih naynin û li benda Trump in

Nivîsgeha Benyamîn Netanyahu serokwezîrê Rêjîma Israîlê bi daxuyanîyekê ragihand: Ev rêjîma biryarnama ku Konseya Ewlehîya NY şeva buhurî jibo kutakirina çêkirina bajarokan jibo sîyonîstan li erdên dagirbûyî yên filistînîyan pejirand, berçav nagire.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, ev biryarnama li gorî pêşnîyara Misrê li Konseya Ewlehîyê ya NY ket ber dengdanê ku 14 endamên Konseya Ewlehîyê dengê Erê danê û tenê Amerîkayê dengê Bêalî dayê.

Li gorî vê biryarnamê, Rêjîma Sîyonîst divê çêkirina bajarokan li erdên dagirbûyî yên Filistînê ji wan li rojhilata Qudsê demlidest û bi awayekî tam bide sekinandinê.

Di daxûyanîya nivîsgeha Natanyahu da, dengê Bêlayî yê Amerîkayê li hember vê biryarnamê hatîye rexnekirin û Netanyahu ragihandîye ku Amerîkayê nekarî Israîlê li hemberî vê lihevkirinê biparêze.

Li dewama daxûyanîyê wiha hatîye: Telavîv jibo pûçkirina dûhatên nerênî yên vê biryarnamê li benda hevkarîya ligel Donald Trump serokomarê bijartî yê Amerîkayê û dûst û hevgirtîyên xwe li Kongira vî welatî ye.

Piştî ku Sênêgal û New Zêlandê piştgirî dan biryarnama rawestandina çêkirina bajarokan jibo sîyonîstan li erdên dagirbûyî yên Filistînê, Netanyahu xwest ku sefîrên vê rêjîmê bi merema rawêjkarîyê zûka ji van welatan bizvirin.

Donald Trump serokomarê bijartî yê Amerîkayê, şeva buhurî bi dû pejirîna vê biryarnamê, got: Piştî ku ez wekî serokomarê nû yê Amerîkayê derbasî Koşka Sipî bibim, li NY yê gellek tişt bên guhertinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu