ÎranNûçeRojhilatanavin

Dagirkirina navenda sîxoriyê, dawiya siyasetên Emerîkayê li Îranê

Cîgirê fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî dagirkirina navenda sîxoriyê ya Emerîkayê li Têhranê li Mijdara 1979`an dawiya siyasetên vî welatî li Îranê ragihand.

  Li gorî rapora IRIB Newsê, serdar sertîp Huseyn Selamî cîgirê fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî roja pênşemiyê li merasima  salvegera 13  Xezelwerê roja xwendevanan û salroja dagirkirina  navenda  sîxoriyê ya Emerîkayê li Têhranê tekez kir: Dagirkirina navenda  sîxoriyê ya  Emerîkayêne tenê siyasetên  vî welatî li Îranê bi dawî anî belkî xurtiya derewîn û sistûpist a hzêxurteke bêhevrik li dîroka  mirovahiyê têk şikand.

Cîgirê fermandê giştî yê sipahê pasdarên  Inqilaba Îslamî tekez kir: Emerîkayê li halekê berevaniya demokrasiyê dike ku  hemî dîktatorên cîhanê kirêgirtiyên wê ne û Hunsî Mubarek dîktatorê wêdeçûyî yê Misrê, paşayê Îranê û Rejîmên Alê Siûd û Alê Xelîfe ji wan in.

serdar sertîp Selamî bal kişand ser vê yekê ku îro rojê hemî amûrên şikencê li cîhanê li Emerîkayê tên çêkirin û bo welatên din tên firotin û destnîşan kir: Emerîka berevaniya  mafên mirovan dike lê her salê bi dehan hezar kes ji yên azadîxwaz ên cîhanê ji ber mafên mirovan ên emerîkî bin şikencê dimrin.

Cîgirê fermandê giştî yê sipahê pasdarên  Inqilaba Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  îro rojê bi milyonan însan rasterast ji ber mudaxilên  eskerî yên Emerîkayê hatien kuştin û destnîşan kir: Cihê peydabûna  grûpên terorîstî ji wan grûpên tekfîrî ku îrorojê agirê fitneyê li cîhana Îslamê vêxistine Emerîka ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu