IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Daily Mail: Bexdadî 320 endamên rêxistina xwe kuştine

Rojnameya Daily Mail a Brîtanî ragehand ku, serokê rêxistina DAIŞê Ebu Bekir Bexdadî ji ber xiyanetê fermana kuştina 320 endamên rêxistina DAIŞê daye.

Rojnameya Daily Mail li ser zarê çavkaniyên ewleh ragehand ku, fermana Bexdadî bi kuştina 320 endamên xwe piştî xiyaneta wan hate dayîn.

Li gor rojnameyê ji wan serkirdeyên ku, Bexdadî fermana kuştina wan da Ebu El Bera El Ensarî, Seyfedîn El Iraqî, Ebu Esam El Tileferî, Ebu Îman El Mûwehed û Merwan Hedîd El Sorî.

Li gor heman çavkaniyê piştî naskirina pilana Bexadî hejmarek çekdar ji tirsa kuştin revîn dverên ne diyar.

Başa dön tuşu