IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ bi 5 otombîlên bomekirî êrîşî taxeka Mûsilê kir

Çekdarên DAIŞê bi 5 otombîlên bombekirî li taxa El-Rifayî êrîşî Hêzên asayîşa Iraqê li Mûsilê kirin.

Îro, roja Çarşemê 17.05.2017 Berdevkê Hêzên Iraqê Emîd Yehya El-Zûbeydî di hevpeyvînekê de li gel kenala El-Erebiyê ragehand ku, piştî pêşveşûnên Hêzên wan û kontirolkirina 90% ji bajarê Mûsilê çekdarên DAIŞê bi 5 otombîlên bombekirî êrîşî taxa El-Rifayî kirin.

Wî berpirsê Iraqî da zanîn ku, êrîşa çekdarên DAIŞê ji aliyê wan ve hate şikanddin û aşkere kir, operasyona rozgarkirina bajarê Mûsilê ber bi dawiyê ve diçe û di demeke nêzîk de Mûsil bi temamî tê rizgarkirin.

Herwiha diyar kir ku, Çekdarên DAIŞê tenê li taxa Mûsil a kevin mane û ew yeke jî dive şerê kolan bi kolan be ji ber ku, cade gelekî tengin û otomîlên leşkerî nikarin derbasî wê taxê bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu