IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ biryarekê li dijî Ebubekir Bexdadî dide!

Encûmena rêveberiya rêxistina terorîst a DAIŞê, xelîfeyê rêxistinê didin aliyekê.

Li gor zanyariyên çapemeniya Sûriyê, encûmena rêveberiya DAIŞê ji 12 endamên Iraqî û Sûrî pêktê û lijneyek bi navê lijneya rê jê re hatî dayîn ava kirine ku rêxistinê birêve bibin.

Li gor raporta rojnameye Şerqulewset çalakvanên Sûrî behsa vê yekê kirine ku: ‘’Vê dawiyê bi temamî aşkera bûye ku encûmena DAIŞê her tiştî birêve dibe û xelîfeyê rêxistina terorîst Ebubekir Bexdadî dayne aliyekê û ji kar xistine.’’

Ji kar dûrxistina xelîfeyê DAIŞê di demekê de ye ku rêxistinê navçeyek berfireh a di bin desthilata xwe ya li Iraqê û Sûriyê ji dest da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu