IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ êdî nikare li Iraqê petrolê berhem bîne û bifroşe

Rêxistina DAIŞê li Iraqê êdî nikare wek berê petrolê berhem bîne û bifroşe, lewra jî rastî krîzeke darayî ya giran hatiye.

DAIŞ di sala 2014an de nêzîka ji sedî 30 ji axa Iraqê dagîr kir û çend zeviyên petrolê zeft kir, nemaze li parêzgeha Neynewayê. Lê piştî operasyonên Pêşmerge û hêzên iraqî, DAIŞê piraniya navçeyên ku berê dagîr kiribûn, ji dest da.

Di salên 2014 û 2015an de, DAIŞê hejmareke zêde ya zeviyên petrolê yên parêzgehên Neynewa û Selahedîn û başûrê Kerkûkê kontrol kiribûn. Lê hemû ji DAIŞê hatin standin û herî dawî jî zeviya petrolê ya Geyareyê berî demekê ji destê DAIŞê hat derxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu