IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ endamên xwe yên li Mûsilê dikişîne Reqqayê

Li gorî medyaya iraqî li ser zimanê çavkaniyeke ji nava bajarê Mûsilê bê ku navê wî eşkere bike, ferman ji wan milîtanên DAIŞê yên navê “artêşa xîlafetê” li xwe kiriye re hatiye ku bi awayekî lezgîn ji Mûsilê vekişin û biçin bajarê Reqqayê.

Herwiha hinek çavkaniyan destnîşan kir ku ev ferman ji aliyê fermandariyên leşkerî yên Reqqayê ve hatiye dayîn daku hêzên li parêzgeha Nînewayê bi lezgînî derkevin û biçin Reqqayê û hemû baregehên xwe bişewitînin.

Ev bûyer di demeke wiha de pêk tên ku Hêzên Artêşa Iraqê aliyê rojhilatî yên Mûsilê kontrol kiriye û niha operasyonên xwe li aliyê rojavayî berdewam dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu