IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ ji hin beşên El-Şerqatê paşde vekişya

Piştî şikestên grûpa terorîstî ya DAIŞê li parêzgeha Selahedîna Iraqê ev grûpa ferman da endamên xwe ku ji hin beşên bajarê El-Şerqatê paşde vekişin.

 Li gorî rapora Someriye Newsê, rayeadrekî eskerî yê Iraqê roja yekşemiyê ragihand ku  qaliyê DAIŞê li bajarê Huweyceyê hin ferman xitabî Muştaq Teleb berpirsê ewlehiyê yê DAIŞê li El-Şerqatê û Reşîd Mutleq dadwerê şer`î yê DAIŞê jibo derketina  endamên xwe ji perava El-Eyserê daye.

Li gorî gotina  vî rayedarê eskerî yê iraqî hejmara endamên DAIŞê li navçên  perava El-Eyserê, El-Kenûs û El-Sedrê kêm bûye.

Vî rayedarê iraqî diyar kir eva nîşan dide DAIŞ ketiye tirs û xofê ji ber ku  hêzên operasyona  hevpar jibo azadkirina navçên perava  El-Eyserê ji destê DAIŞ`ê li wan nêzîk bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu