ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî ya Îranê gihêşte Çînê

Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî ya Îranê bona pişkdariya li ewil Ekspoya çandî navnetewî ya Riya Hevirmûşê digel taximekî derecebilind gihêşte Çînê .

Li gor rapora ajansa IRNA`yê Ekspoya çandî navnetewî ya Riya Hevirmûşê ji sibe sêşemê û bo mudeha du rojan bi pişkdariya gelek ji karbidestên derecebilind yên Çandî, û wezîrên çanda welatan li bajarê Dûn Xuwang li navça misilman têdaye Gansoyê li bakûra rojavaya Çînê birê dikeve.

Elî Cenetî wezîrê Çanda Îranê bi deweta fermî ya wezîrê çanda Çînê bona pişkdariya li vê rûdawa çandî çûye vî welatî.

Naveroka vê civîna çandî ku nasyar bi fermana “S.R.I.C.Y`ye, li ser qahîmkirina peywendiyên çandî yên welatên li ser riya Hevirmûşê ye.

Riya Hevirmûşa nû ku riyekî behrî û erdî ye, pilana Şî-Cîng serokkomarê Çînê ye ku wî li sala 2013 ev pilana da.

Elî Cenetî wezîrê Çanda Îranê qirare sibe li rêûrisma ewil Ikspoya çandî navnetewî ya Riya Hevirmûşê biaxive. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu