AborîÎranNûçeRojhilatanavin

2 Milyar dolar sermiyana biyanî li pêşeyên biçûk û navgîn ên Îranê hat wergirtinê

Wezîrê Pêşe, Maden û Ticaretê yê Îranê got: “Derdroa 2 miliyar dolar sermiyana biyanî ji destpêka meha Tebaxê heta dawiya Cotmeha sala 2017an ji bo 37 projeyan li warê pêşeyên Biçûk û Navgîn ên îranê hatiye wergirtin“.

Li gorî rapora Roja şemiyê ya IRNA`yê, Wezîrê Pêşe, Maden û Ticaretê yê Îranê, Mihemed şerîetmedarî got: “Wergirtina vê sermiyana biyanî ji billî wergirtina çavkaniyên biyanî yêîn Kompaniyên mezin ên Pola, Mîs û pêşe çêkriina erebeyan bûye û ev hejmar nîşan dide ku li atmosfêra piştî Lihevkirina Navokî tevî hebûna tevahiya zextên Amerîkayê, meyl û meraqa bo sermiyandanînê kli Îranê tûşî pêşwaziya welatên cûrbicûr bûye“.

Wezîrê Pêşe, Maden û Ticaretê yê Îranê bal kişande ser armancdanîna mezinbûna sedî 8`ê saklê ya abora Îranê, got: “Ji bo serêxwegirtina vê asta mezinbûna aborî û bi berçavgirtina pişk û para ku ji bo beşa Pêşe û madena Îranê hatiye pêşbînîkirin, em hewcedara wergirtina herîkêm 54 miliyar dolar sermiyana biyanê di salê da ne“.

Şerîetmedarî her wiha got: “Li gorî hejmarên weşandî yên navneteweyî, wergirtina sermiyana biyanî li Îranê bona sala 2016an derdora sedî 64`ê zêde bûye“.

Li gorî hejmarên weşandî ji aliyê UNCTAD`ê (Konfêransa Ticaret û Geşepêdanê ya Rêxistina Neteweyên yekbûyî) Îran bi wergirtina sê miliya û 372 miliyon dolar sermiyana biyanî ya rasterast di sala 2016an da, mezinbûneka sedî 64`ê ya aborî pêka sala 2015an hebûye ku ji vê hêlê va dikeve rêza welatên Pêşeng li navçeyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu