ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Seyarî: Dewama guhestina niftê ji tengava Hormizê girêdayî bi dabînkirina ewlehiyê ji aliyê Îranê ve ye

Alîkarê hevdengkir ê artêşa Komara Îslamî ya Îranê, got: Dewama guhestina enerjiyê ji derdora Kendava Farsê bo derveyî navçê, maye ser dabînkirina ewlehiyê ji aliyê Îranê ve.

Emîr deryadar Hebîbullah Seyarî, xitabî welatên ku ji bo pînekirina  bicihbûna xwe li Kendava Farsê, hewldana ji bo dabînkirina ewlehiyê li navçê dizane û got : Îranê bi caran raghandiye ku  bicihbûna biyaniyan ne tenê ewlehiyê  pêk nayne, belkî ewlehiya civakê jî xistiye xeterê.

Alîkarê hevdengkir ê artêşa Komara Îslamî ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku  welatên rojavayî bi bichbûna xwe li her derekî  cîhanê bêewlehî pêk anîne û destnîşan kir: Ger biyanî terka Kendava Farsê bidin dê ewlehî pêk were.Damezrandina  ewlehiyê li Kendava Farsê ne hewcedarê bicihbûna biyaniyan e û ev ewlehiya bi destê welatên navçê dabîn dibe.

Wî her wiha got: Behrewergirtina ji berjewendî û destkevtên dabînkirina  ewlehiya Kendava Farsê, tengava  Hormizê û rojhilata wê, bakurê oqyanûsa Hindê û deryaya Umanê, hemî welatan digre ber xwe.

Alîkarê hevdengkir ê artêşa Komara Îslamî ya Îranê, destnîşan kir: Dabînkirina  ewlehiyê ji aliyê hêza deryayî ya Îranê ve li Kendava  Edenê ne tenê ji bo gemiyên îranî ye belkî gemiyên niftê û ticarî yên hemî van welatan jî digre ber xwe  ku daxwaza alîkariyê dikin.

Başa dön tuşu