IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ li El-Enbarê ket ber êrişeke giran

Di encama êrişên balafirên cengê yên hêza hewayî ya Iraqê ser baregeheke perwerdekirina têrorîstên DAIŞ`ê li devera Sincaqê li bajarê Qaim li rojavaya parêzgeha El-Enbarê da, herîkêm 15 DAIŞ`î hatin kuştinê û cebilxana vê koma têrorîst jî têk çû.

Di encama êrişên balafirên cengê yên hêza hewayî ya Iraqê ser baregehên DAIŞ`ê li devera Cerîcebê li bajarê Qaimê da jî 30 kes hatin kuştinê û 25 jî birîndar bûn.

Ji hêla din ve Hat ragihandin ku hêzên firqeya 16 a artêşa Iraqê li bakurê rojhilatê Mûsilê taxa El-Erebî ji destê rêxistina terorîst a DAIŞ`ê deranîn.

Herwiha piştî kontrolkirina taxa El-Erebî ya Mûsilê, hêzên Artêşa Iraqê bera şêrr dan taxa Reşîd û piştî pevçûnan, niha gihîştine ber derwazeyên vê taxê.

Piştî kontrolkirina taxa El-Erebî, niha terorîstên DAIŞ`ê tenê li 2 taxên Reşîd û Melayîn ên aliyê çepê yê bajarê Mûsilê mane ku hêzên artêşa Iraqê bo kontrolkirina wan her du taxan jî hewl didin. Niha li taxa nû kontrolkirî ya El-Erebî ya bajarê Mûsilê ye liv û tevegera terorîstên DAIŞ`ê li aliyê rastê yê Mûsilê zêdetir bûye û tevgera wan ji aliyê çepê yê bajêr ve tê dîtin.

Terorîstên DAIŞ`ê li aliyê rastê yê Mûsilê bilez hatinûçûnê dikin, egera wê yekê heye ku ew tevgerên terorîstên DAIŞ`ê weke amadekariyekê bo şandina hêzên piştevanî ber bi aliyê çepê yê Mûsilê û her du taxên Reşîd û Melayîn be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu