NûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞ li Mûsilê ‘Mohra Sor’ dide çekdarên xwe

DAIŞ ji ber operasyona hêzên Iraqî hewla reva bi kom dide û ji bo rêgirtinê mohra sor bikar tîne.

Hat ragihandin ku DAIŞê hatûçûya çekdarên xwe ji aliyê rojhilatê Mûsilê ber bi rojavayê bajar kêm kiriye û DAIŞî tenê ji bo gihandina çek û teqemeniyan bo qadên şer destûra hatûçûnê didin.

Li gor nûçeya BasNewsê jêderên herêmî diyar dikin ku ji ber dorpêçbûna eniya rojavayê Mûsilê ti derî ji bo derbazbûna terorîstên DAIŞê nemaye û DAIŞ tenê rê dide çekdarên xwe yên baweriyê bi wan tîne derbas bibin.

Herwiha hat ragihandin ku DAIŞê li ser çemê Diclêyê çend xalên çavdêriyê danîne û tenê kesên xwedî belgeya mohra sor a destûrê dikarin derbasî milê Rojavaya Mûsilê bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu